Hevpeyvîna BBC bi mamosta Şêx Izedîn Husêynî re

Hevpeyvîn: Înayet Fanî – BBC Beşa Farsî 7 Sept 2010

Photo BBC Persian Service

Werger ji Farsî: Kakşar Oremar

Şêx I. Husêynî di vê hevpeyvînê da xalên balkêş radixe ber çavan. Ew bi kûrahî behsa yasayên îslamê, mafên jinê, cewher û naveroka yasayên komara îslamî û hevdîtinên xwe bi Xumêynî û rayedarên din yên komara îslamî re bi zimanekî zelal beyan dike. Ramanên mamosta I. Husêynî moderin û nûjenin. Ev hevpeyvîn xebateke dîrokî ya BBC û rojnamevanê hêja Inayet Fanî ye. Min bi pêwîst zanî di vê serdemê da ku DAÎŞ li ”dijî Kurda” û binavê ”îslam”ê di şerekî hemû alî û giran de ye, mislmanên Kurd jî bîr û ramanên şêxekî naskirî yê doza Kurd û Kurdistanê bizanîbin. Şêxê ku di salên xweş û nexweş da li kêleka azadîxwaz û şervanên doza azadiyê Kurdistanê bû û ji sala 1979an heya mirinê li sala 2011an nekarî vegere ser axa bab û kalên xwe. / Werger

Inayef Fanî: Şêx Îzedîn Husêynî mêvanê bernama îroj ya ”Bê êbaretê dîger – bi awayê din” e. Ew dijberê hikûmeta padişahî ya Pehlewî bû, herwiha dijberî hikûmeta diwayî jî derket û rêberîya berxwedana Kurdên Îranê girtê ser xwe. Hema di destpêka serkevtina şoreşa gelên Îranê di sala 1979´an de, ji bo bi destxistina otonomiyê li Kurdistanê, bi serkeşiya rêberîya vê rêbazê rabû. Şêx Izedîn îroj di temenê 90 saiyê de ye û dûrî welatê xwe ye. Ew niha li Swêd, bajarê Uppsala dijî. Gelo ew li ser bîr û baweriyên xwe yên berê çi dibêje, nêrîn û ramanên wî çine, piştî rêyek dûr û dirêj heta gihaye sirgûnê, bi çi awayî zelal bûne.

Cenabê Şêx, hûn nêzîkî temenê 90 salî dibin û ev bûye gelek sal ku hûn jiyana xwe li sirgûnê derbas dikin, ev hemû ji ber çalakîyên we yên siyasî ne. Li vir, dûrî melbend û nîştimana xwe, hûn tu carî li jiyana xwe venagerin û nafikirin ku: xwezî hûn tevlî siyasetê nebûna û hûn niha muftî (îmam cûme)yê mizgefta Sor a Mahabadê bûna?

Şêx I. Husêynî: Na, ez serbilind im ku beşdarî siyasetê bûm. Gelê Kurd di bin zordarî û bindestiyê de bû û ev rewş hêjî nehatîye gûhartin. Divê em hemû kar û xebatê bikin heta ku em ji zilm û zordestiyê rizgar bibin û bigihin mafên xwe yên rewa. Ger ez beşek biçûk bim jî ji vê pêvajo ya berxwedanê, ji kurahîya dil ve serbilind im.

Piştî şoreşê, li Kurdistanê pêvajoyek pir dijwar, pir şer û xwînrijandinê destpêkir. Ger em niha balê bikşînin ser dema destpêka Şoreşê li Îranê, di wan rojan de, hewce bû ku hûn mijara otonomî bidin pêş? Gelo mumkin bû ku we rê li ber xwînrijandinê bigirta?

Şêx I. Husêynî: Me xwîn nerijandiye. Çend daxwaziyên me hebûn ku me pêşkêşî hikûmetê kirin. Ez çûmê Tehranê. Hizba Demokrat jî nûnerek şandin Tehranê; em bi hewildanek ciddî derketin ji bo mafên xwe, da ku em bi hevre alîkar bin. Em jî misilman bûn, lê komara Îslamî amade nebû ku xwestekên Kurda bipejirîne. Berê xwe nedidan mafên me, di şûna mafan de, mirovên wek Sadiq Xelxalî dişandin Kurdistanê ji bo qirkirinê. Em ketin ber parastin û bergîriya xwe, em mûdafên ax û canê xwe bûn. Me tucarî şer nexwestiye. Me daxwaziya mafên xwe yên rewa kiriye.

Lê wan êrîş kirin; dema kêmnetewek mafê xwe dixwaze, tu carî ne şerxwaz e, ji ber ku alîyê din bihêztire. Lê ew hatin şerê me.

Lê cenabê Şêx, pirsyara min ev e ku di destpêka şoreşê de, gelo pêşxistina mesela otonomîyê ne zû bû, ma birastî hewce bû hûn mijara otonomîyê derxînin holê?

Şêx I. Husêynî: Otonomî daxwazên herî kêm a Kurda bû, ew mînîmum bû.

Gelo we nikarîbû rawestîyana da ku rewş baştir bibe û wê demê hûn bi hikûmetê re ketibane dîyalogek berfireh?

Şêx I. Husêynî: Me gelek sebir û tehemul kir. Lê wan hêriş kirin ser Kurdistanê. Em çûn Tehranê, tevlî diyalog û danûstandinê bûn, digel Hizbê Demokrat me gelek hewl dan, me çareserî dixwast, lê Komara Îslamî nedixwest û ne jî bo karekî wiha amade bûn. Dixwastin dîsa Kurdistanê dagir bikin.

Hûn Serokê komîteya nûnerên Kurd bûn, dema diyalog di navbera nûnerên Kurdistan û hikûmeta navendî de bi rê ket, gelo wê demê digotin ku şanda hikûmetê hinek ji daxwazên we qebûl kirine?

Şêx I. Husêynî: Nexêr, bi tu awayî wusa nebû. Komara Îslamî li hemberî me şikest. Piştî êrîşa wan a ser Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd, pişt li wan hat şikandin. Wan tenê ji bo vê yekê diyalog destpêkirin û ji nû ve xwe amade kirin ku dîsa hêrîş bikin ser gelê Kurd. Dema ez bi Xumeynî re ketim diyaloga çareserîya siyasî û standina mafên Kurdan, ez têgihiştim û min baş dît ku ew ti mafan ji gelê Kurd re rewa nabîne.

Danûstandin an jî mûzakereya we bi Ayteluha Xumêynî re çawa bû?

Şêx I. Husêynî: Ji alîyê wezareta hundir ve, Xumeynî ez dawet kirim ji bo hevdîtin û diyalogê. Ez çûm Tehranê, tevî ku gelek pirsgirêk jî derxistin, lê di dawiyê de em ketin nîqaş û dan û standinan. Min daxwaz û mijarên gelê Kurd bi wî re parve kirin. Bêguman, ji ber ku hejmarek îmam û mele bi min re hatibûn, behsa vê yekê jî kirin ku ger hikûmet îslamî be, üêwîste ya hemû mislmanan be, yanî ya sunnî ya jî.

Lê Xumêynî bersiva vê mijarê nedida û nêrîn an jî gotinên ciddî nedianîn ziman. Digot:” em hemû di hikûmeta serdema paşayetîyê de bindest bûn, lê em tevde ber bi çareserîye ve diçin.” Lê belê, gerek hemû bizanîbin ku Xumêynî ji bilî damezrandina hikûmeta Îslamî û Wilayetê Feqîh, tiştêk din di armanc û niyeta wî de nebû û nedixwest. Yanî bi gotineke din hûn Kurdistanê ji bîr bikin.

Lê cenabê Şêx, eger hûn li wan salên berê ku derbas bûne, binêrin, xebat û tekoşîna domdirêj ya gelê Kurdistanê çi bi dest xistiye? Çiqas biserketiye?

Şêx I. Husêynî: Bi vî awayî ku gelê Kurdistanê li hember hêrîş û dagirkerîya rejîma Komara Îslamî xwe ragirtine, li berxwedane û xebat kirine, û ji ber vê yekê jî îro gelê Kurdistanê ji gelên din yên Îranê serkeftîtir e û di qada xebatê de li pêştir e.

Bi kîjan awayî?

Şêx I. Husêynî: Bi vî awayî ku, gelên Îranê îroj behsa tiştên ku gelê Kurd berîya 30 salan derxistin holê, dikin.

Yanî daxwazîya azadî û demokrasî ye?

Şêx I. Husêynî: Belê, gelên Îranê dengê xwe dan Komara Îslamî, lê niha poşmanin û dibêjin hikûmetek xirab e. Em îro zindî ne û dibînin ku gelê me roj bi roj bi giranî li ser mafên xwe israr dikin, ev berhemê 30 sal ya xebat û tekoşîna me ye. Di dîroka nêz de ev yek di nav gelên Îranê de nayê dîtin, em Kurd bi tenê xwedî berxwedaneke bi vî awayî ne.

Lê niha gelek ji rêberên rêxistin û partîyên sîyasî yên Kurd bi vê encamê gihane ku xebata çekdarî bi awayê berê ne di cihê xwe de ye û şerê çekdarî terk kirine. Nerînên we çi ne, di baweriya we de pêwîste Kurd wek berê bi xebata çekdarî li dijî desthilatdariyê rabe?

Şêx I. Husêynî:Ne. Di bawerîya min de îro nabê xebata çekdarî were kirin, lê eger ji bo parastina xwe ya rewa be, dibe. Eger dijmin were û şer li hemberî te bike û tenê rêya xweparastinê û berxwedana çekdarî bihêle, belê hingî rewa ye. Lê ji derveyî vê yekê, ez xebata çekdarî pesind nakim. Ez dixwazim bi rêya siyasî re, ne digel reformên Komara Îslamî, lê bi gelên Îranê re, em hemû dest bidin destê hev û din, ji bo hilweşandina vê hikûmetê û damezrandina desthilatdarîyeke demokratîk û mirovperwer. Bi hêvîya ku em jî wek miletê Kurd bigihên hemû mafên xwe.

Mijarek heye ku gelek caran derdikeve pêş: dema yek behsa Kurdan dike, ew jî ”cudayîxwazî” ye. Bi taybetî ji ber ku di dirokê de tekoşînek hebûye ji bo otonomî, dibêjin ku hûn di dawiyê de dixwazin serbixwe bin û Kurdistan ji Îranê cuda bikin. Ev îtiham an jî tawan îroj di asteke giştî de, li ser çend tevgerên Kurd heye. Nerînên we li ser vê îtihamê an jî tawanê çine?

Şêx I. Husêynî: Di rastî yê de cudayîxwazî çima îtiham, tawan an gûneh e? Ne di Quranê de û ne li ûrfa û dîroka gelan de gûneh nîne. Di vê dunya ya pan û berîn de, eger neteweyek bixwaze serbixwe be, tiştek nikare wan bisekinîne. Lê di şert û rewşa îro de em vê yekê mumkin nabînin.

Min bi çend rêberên Kurd wek birêz Qasimlo û birêz Şerefkendî, hevpeyvîn çêkirine. Ew demek dirêj di xebata Kurdistanê de bûn, lê wan tucarî negotin ku cudabûn ji Îranê mijara wan e. Dirûşima wan ”Demokrasî ji bo Îran û otonomî ji bo Kurdistan” bû. Û digotin di paşerojê de jî, wê dirûşim û daxwaza me tenê ev be.

Şêx I. Husêynî: Ev raste, lê îro Kurd dibêjin federatîv ango federaliuim. Helbet, bêguman, daxwaza esasî ya Kurda, gelêkî cuda ye ji vê yekê ku em niha behs dikin.

Yanî, di rastîye de, mafê damezrandina welatêk serbixwe hûn ji her gelî re rewa dibînin?

Şêx I. Husêynî: Belê. Lê rastbînî jî heye, em behsa tiştek ku îro tê bidestxistin, niqaş dikin û derdixînin pêş. Di rastîye de, me behsa cudayîxwaziyê nekiriye, ne niha û ne jî di rojên berê de. Di destpêke de jî, dema Qazî Mihemed jî, her wiha bû, lê ev îtiham her gavê derdixine rojevê, ji bo ku li hember me şer dest pê bikin û mafên me binpêbikin. Dr. Qasimlo, li cihê otonomiyê daxwaza “Xudgerdanî anko xwebirêveberiyê” pêşxist, lê ew jî nedan û qebûl nekirin.

Cenabê Şêx, bila em bala xwe bidin ser bîr û ramanên we yên bi nirx. Hûn şexsiyet û rêberek rohanî ne, lê di destpêka şoreşa gelên Îranê de gelek ji rêxistinên çep ên Îranî û bi gelemperî di nav rêxistinên çep ên Kurdistanê de ku piranîya wan mezhebî nebûn û bawerîya wan ji binî ve bi Xwedê nebû, xwe nêzik we dîtin. Wan hemû yan rêz û hurmetek taybetî ji we re hebû û we jî piştgîriya wan dikirin.

Kîjan têkelî û nêzîkatî di navbera Marksîzm û Îslamê de hene? Hûn wek mûimnek û rohaniyek Îslamê ji xwe re esas digrin lê nêzîkatiya van her du bawerî an jî îdeolojîyan çi ne?

Şêx I. Husêynî: Bi rastî, ev tiştê ku me jê re xebat dikir, mafên rewa yên gelê Kurd bûn. Herkes yê ku di vê rêyê de gav diavêt û bi me re hevbîr û hevdil bû, me wek rêhevalê xwe dihesiband, Ferq nedikir ku çep an mesîhî ye, herkesê ku di vê rêyê de bû, ji me re birêz bû. Komele û Demokrat herdu çep bûn. Lê mesele ew bû, ku me xebat dikir ji bo gihêştina bi mafên netewa Kurd. Pirsgrêka me ne ew bû ku filan mislmane û filan kafire. Rojekê di meşekê de, çend kes hatibûn alaya kesk rakiribûn, ji ber ku nîşan bidin ku mislman in. Ez pêşketim û çûm bi wan re axivîm. Min got:”, birayên hêja, em li mizgeft û camî yan mislman in, lê li vir ji bo mafê gelê Kurd em xebatê dikin, ji we daxwaz dikim ku hûnê wê ala ya kesk vergerînin mizgeftê. Doza me, berxwedane ji bo pêşxistina mafên gelê Kurd. Em dixwazin gel bigehin mafên xwe.”

Lê wisa xûyaye ku bîr û ramanên we ji doza Kurdî jî kurtir û berfirehtir bûn. Yanî bi awayek giştî, fêmkirin û nerîna we li ser Îslamê taybet û cûda ye. Kîjan cûdayî heye di navbera Îslama we û ew Îslam ku kesên din baweriya xwe pê tînin?. Bi taybetî hûn Îslama desthilatdara Komara Îslamî ya Îranê çawa dibînin?

Şêx I. Husêynî: Cûdayîyek pir mezin heye.

Û di heman demê de ramana mezhebê we sûnnî ye, ya wan yanî Komara Îslamî şîî’e ye, cûdahiyên ku hûn behs dikin, çi ne?

Şêx I. Husêynî: Îslam bi wateya xwe ya rastî, tê watayê bawerî bi Xwedê, paşeroj, dadperwerî ya civakî û rêzgirtin ji xwestekên dilê gel re. Îslam mezhebek baş e, lê vê yeka kuîro em dibînin, komara îslamîya 12 îmamên Wilayeta Feqîhî ye, bi gotinek din, komara îslamî, di wateya xwe a rastîn de tê dûrxistin û derkirina ne-musilmana ye. Dema dibêjî “Esna Êşerî”(12 îmamên şîiyan) tê wê wateyê ku mezheba sunnî ji konsepta xwe derdixe. Dema behsa Wilayetê Feqîh jî bikî, wateya wê ew e ku ev desthilat tenê mirovên ku Wilayetê Feqîh pesend dikin, qebûl dike. Hemû kesên ku li derveyî wê konseptê dimînin, nayên hesibandin. Yanî di çarçoveyêke wisa de, gerek tu bawerîya xwe bi Wilayeta Feqîh bînî ku nûnertiya Îmamê Zemanê (Mêhdî Îmamê 12mîn) ku tê gotin ew nûnerê Xwedê li rû erdê ye. Heta divê em vê yekê jî bêjin ku gelek ji şî’iyan, mirovên wek Aytulah Şerîetmedarî û Ayetulah Xûyî, Wilayeta Feqîh qebûl nekirine û bawerî ya wan pê nayê.

Yanî bawerî ya we bigiştî bi komara Îslamî nîne?

Şêx I. Husêynî: Na, bawerî ya min bi cûdatiya mezheb ji bo desthilat û dewletê heye. Di esas de ez di wê bawerî yê de me ku mezheb û ol nikarin hikûmet bikin an jî hikûmet bin.

Rola mezheb û ol di civakê de çawa dibe? Mînak li civakên cihanê rola mezheb çi dibe?

Şêx I. Husêynî: Rola mezheb di civakê de pir e. Banga mezheb, behsa Xwedanasiyê ye, qala paşerojê ye, behsa exlaq e, behsa aliye menewî yê mirova ne, ev aliyê mirovahî di dinya yê de girîng e. Ezê mînakekê ji te re behs bikim: Em aliyê pêşketin û tekamûl dikin. Weke mirovekî ku geşkirinê û peşketinê dixwaze, ji bo ku bigehe armancên xwe, pêngavên cûda-cûda davêje – destpêke diçê dibistana seretayî, piştî ya navîn û paşê jî zanîngehê, heta weke mirovekî serbixwe derdikeve. Gel û mirovahî bi awayê xwe yê xwezayî di vê rêyê de pêşveçû ye û jiyane. Heta di demên ku ti pêxember derneketibûn, mirov roj bi roj, pêngav bi pêngav, fêmkirin û zanyarî di asta destpêk de pêşxistine; piştî dema ku mirov di hînbûn û têgihiştinê de gihane merheleyek baş, ji bo rêbertiya mirovayetiyê pêxember hatin. Weke Qûrana Kerîm ferman dide ti millet û ûmet nîne ku rêber û rêzanê wan nebûne.

Gel û mirov, di merheleyên dîrokê de gav bi gav pêşveçûne û geşbûne, lê ew geşkirin û pêşveçûn piştî demekê ji wan re kevin bûne. Wê demê pêxemberekî nû hatiye û ew geşekirin û pêşketin vejîyandine. Ev pêvajo hatiye heta digehe hezretê Mihemed. Dema hezretê pêxember hatiye, îlan kiriye ku ew pêxemberê dawiyê ye.

Di bawerî ya we de, felsefa îlankirina Mihemed, bi wateya pêxemberê dawîyê, çiye?

Şêx I. Husêynî: Felsefeya vê yekê ewe ku ” Nûbûvet ”( anku pêxemberayetî ) wek berê nemaye û em di pêngav û pêvajoyek din de ne. Wek dema mirovek qûnaxekê derbasî qûnaxeke hîn pêşkeftîtir dike û digehe qûnaxek nûtir. Mînak gihandina qûnaxa zanîngehê.

Ev tê wê wateyê ku êdî asta têgihiştin û îdeolojiya mirova gihaye merheleyekê ku êdî hew pêwistiya pêxemberekî din heye?

Şêx I. Husêynî: Belê, pêwistî nîne û kes jî wek pêxember dernakeve. Ji ber ku hezretê Mihamed pêxember, pêxemberê dawî ye. Bi wateyek din, dem dema îlm û zanyariyê ye. Çimkî yek nikare xeyal an bawer bike ku di navbera 1000 salan de 2-3 pêxember hatine, lê di dema 1400 salan û heta, Xwedê zane kengî, tenê yek kitaba mûqedes bi awayekî taybet hukim bike.

Wateya wê ewe ku pêşketin û rêbertî ya mirovatiyê ”qûnaxa nûbûwet” derbas kiriye, êdî rêbaza pêşketinê dikeve form û awayekî din. Zanist û têgihiştin rêya pêşveçûnê nîşan didin, mezheb rêya menewî didomine.

Em dibînin ku civaka mirovayetiyê pêşketiye û geşbûn bixwe ve dîtiye, gihaye astekî ku dikare bixwe rêveberiyê bimeşîne û pêwîst nîne ku li gorî fermanên berê tevbigerin. Ev bawerî ya min e.

Di rastiyê de, yanî hûn rasyonel/maqûl in û peyama we eve ku aqil û têgihiştina mirov gihaye astekî ku edî ne hewceye zilamek baş û rind derkeve û rêzaniya mirovan bike.

Şêx I. Husêynî: Belê, yanî mezheb û ol dikare alîkarê aliyê menewî-derûnî yê mirov be. Du aliyên mirov hene. Aliyek maddî, aliyek menewî. Yek alî cihan û alîyê din paşeroj. Mezheb dikare menewiyetê wek erka xwe ya esasî, bi gelek awayî ji gel re îlan bike. Lê mezheb nikare têkelî nav dewlet û siyaseta bingehîn be. Qanûna bingehîn ya welatekî, gereke qanûnek be ku hemû mirov û aliyên civakê bigire nav xwe. Demokrasî, azadî û sekularîzim pêwîste tê de hebe. Herkes vê qanûnê wek destûra bingehîn ya xwe bizanîbe û herwiha mafên jinan jî tê de misûger bin.

Ez alîgirê wekheviyê di nav civakê û di navbera cinsan de me, ez alîgirê dadperweriyê me û wiha jî aboriyê di nav civakê de dinirxînim. Hêsane ez vê qebûl dikim ku îro gelên cihanê pesind kirine û pêre hevdeng in. Di heman demê de, baweriya min e ku ev jî vîna Xwedê ye. Xwedê wisa xwestiye. Ev jî pêngaveke pêşketina mirov e. Min berê jî gotiye, mezheb derfetek bû ji bo derketin û xûyabûna mezinahîya Xwedê, lê eger tiştek din hatiye cihê wî, em çi dikarin bikin? Ew jî her mezinbûna Xwedê ye.

Hûn behsa mafê jinan dikin, di roja îro de ev niqaşêke esasî ye, bi taybetî piştî şoreşa îslamîya Îranê, mijara mafê jinê her dem pirsgirêk bûye û jinan jî nerazîbûna xwe anîye ziman û ji bo mafê wekheviyê xebatek mezin li darxistine.

Şêx I. Husêynî: Rast e.

Nêrînên we bi zelalî li ser mafên jinan çine, bi taybetî di aliyê perspektîva fiqhî de?

Şêx I. Husêynî: Ez di wê baweriyê de me ku jin jî wek zilam, divê xwedî hemû mafekî xwe be. Heqê jinê rewa ye. Mesele ne ewe ku jin dikare çi bike û zilam dikare çi nekê, ev mijarek din e. Mesele ewe ku gereke xwedî maf be û wek zilamêkî qûnaxên cûda yên pêşkeftinê derbas bike. Mafê tikesî nîne ku mafê jinê îstismar bike û wê bindest bihêle. Jin û zilam ti cûdayiya wan nîne. Lê ev ku jîrî an jî îstidad an jî jêhatîya jin û zilam bi rengê cûda ye, û her jinek an zilamek dikare bi awayê xwe, berê xwe bide pêşkeftin û pêşveçûnê, esas e.

Ev nêrina we ya fiqhî ye an baweriya we ya şexsî ye ku di cîvakê de jî cihê xwe girtiye û hatiye qebûlkirin?

Şêx I. Husêynî: Mebesta te çiye?

Mebesta min, vê wekheviya jin û mêr ku hûn nîqaş dikin, we ev yek ji Fiqhê Îslamê derxistiye anku êstixrac kiriye?

Şêx I. Husêynî: Lê ji bîr neke ku herkes Îslamê bi awayekî tefsir û şirove dike. Ayetek heye, pir hêsane jî ku wateya wê ev e: Xwedê padaşê gişt mêr û jinan dide.” Ev tê wê wateyê ku jin û mêr yeksanin, anku wek hev tên hesibandin.

Lê her di Qûran de ayetên din jî hene ku çalakvanên tevgera jinê bi wateya dijberiya jinê dihesibînin.

Şêx I. Husêynî: Iznê bide, çend hûkim û fermanên Qûranê girêdayî rewşa war û dema xwe ne. Mînak: dibêjin jin nikare bibê qazî anku dadwer an jî hakim. Ev di ti cihekî Qûranê de nîne. An mesela şehadetdana du jinan bi qasî şahidiya zilamekî. Ev di demêk de bûye ku jin ji civakê hatibû dûrxistin. Ji ber vê Qûran wiha kerem dike:” Eger yek jin mijarêkê ji bîr bike, yeke din dikare bîne bîra wê. Ev ji bo şert û mercên civak û dema xwe hatine danîn, lê îro civak ne civaka berê ye û jin jî ne jinên berê ne.

Yanî di bawerîya we de divê fêmkirin û tefsîra Qûranê bi şert û mercên îro re be û eger hewce bike divê ji tefsîrên berê cûda be?

Şêx I. Husêynî: Rast wisa ye, eger bawerîya me bi vê yekê hebe ku mezheb an jî ol û desthilat gerek ji hevûdin cûda bin, ji ber ku roj roja zanist û zanyarî ye, êdî ji bo mezheb aliyê meinewî dimînê.

Piştî hilbijartina serokkomarîyê li Îranê û serhildana hereketa kesk, bîr û ramanên nû ku bingeha wan mezhebî ye, bi hejmareke pir zêde derketin. Lê belê ev berê jî li Îranê hebûn. Gelo bi baweriya we ya nirxdar, ev tevger digehe kîjan astê? Mebesta min ev e ku hûn guhartineke ciddî di îslam de dibînin, weke mînak ku li Mesîhiyetê de bi awayê reform an renesans derket; hûn niha vê yekê di îslam de dibînin?

Şêx I. Husêynî: Di baweriya min de Mîr Husên Musevî û Kerûbî û hereketa kesk, nikarin rêbertiya civakekê bi dest bigirin ku sekuler e an ku dixwaze sekuler be, dixwazê azad be û pirensîpên demokrasiyê tê de hebin. Ev hikûmeta komara îslamî nikare, weke min berê jî got, hikûmeta gel nîne, ji ber vê eger ku bi hîvîya reforman jî bin, wê dîsa bi kêrî gel neyê.

Yanî di baweiya we de her tevgereke reformxiwaz ku di çarçoveya komara îslamî derdikeve pêş, qet nikare encamekê bistîne?

Şêx I. Husêynî: Belê, ti encam jê dernakevin.

Belkî ev tevgera reformxwaziyê di dawiyê de bigehe armanca civaka sekular. Belkî wê demê tenê “îslamî” weke nav bimine û ti ziyanê jî nede.

Şêx I. Husêynî: Komara Îslamî nikare sekular be. Îslama 12e îmamî, Wilayeta Feqîh, çawa dikare sekular be û azadiyê bide civakê?

Cenabê Şêx yanî ev tê wê wateyê ku bawerîya we bi şoreşê heye?

Şêx I. Husêynî: Bawerî û fikra min ew e ku divê gel ji nûve hişyar û agehdar bin. Eger şoreş li jor be, dîsa yek tê û sîstema dîktatoriyê diafrîne. Divê gel bighê hişyariya xwe, bigihe hişmendiyê, vejîyana zanebûn û têgehiştin yê gel bîne ser qad û meydanan; wek ev hereketa ku dema ew 5 çalakvanên Kurd( Ferzad Kemanger, Şirîn Elemholî û hevalên wan) hatin îdam kirin, li Kurdistanê hate lidarxistin. Gel dest bi mangirtineke giştî kir û derketin qadan û bêxuyakirina şiddetê îradeya xwe nîşandan.

Lê taybetiya hereketa kesk ku li nav Îran û derveyî Îranê pesnê wê didin, ewe ku ev hereket berevajiyê demên berê, xwe dûrî şiddet digire. Wate ji bona guhartina hikûmetê berê xwe nadin şiddet, zor an jî tûnd û tûjîyê.

Şêx I. Husêynî: Mesele ne ewe ku şîddet an zorê bi kar nayînin û vê yekê wek rêbazekê ji xwe re nabînin, belkî mesele ewe ku gelo ew çi dixwazin? Gelo dixwazin komara îslamî hilweşînin û sekularîzmê damezrînin an…? Ew niha jî dibe ku bêyî ku bixwe jî haydar bin, bi komara îslamî re ne; lê daxwazên wan û gel pir cûda ne, ew lihev nakin. Wan tenê yek kar kirine û ew jî ewe ku derî vekirine daku gel bikarîbe were ser şeqam û nava kûlanan. Ev baweriya mine.

Gelek spas dikim Şêx Izedîn Husêynî ji ber beşdarbûna we di bernama ”Bê êbaretê dîger”, memnonî we me.

Şêx I. Husêynî: Spas , spas….
https://www.bbc.com/persian/tv/2010/09/100916_hardtalk_izzeddin_hosseini